Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin: 3 kuştî û 25 birîndar

Li Urdunê, li nêzîkî sînorê Sûriyeyê, bi dronan di êrişî baregeheke Amerîkayê hat kirin û di encamê de leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

28 Çile 2024 - 14:19
28 Çile 2024 - 14:19
 0
Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin: 3 kuştî û 25 birîndar

Herwiha di encama wê êrişî de 25 leşker jî birînda bûn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden soza tolhildanê da.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û ragihand:

“3 leşkerên Amerîkayê li nêzîkî sînorê Sûriyeyê di êrişa bi dronan de canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê Îsraîl û Hemasê de cara ewil e leşkerên Amerîkayê “di encama êrişa dijmin de” jiyana xwe ji dest da.

Biden soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî komên çekdar ên Îran bi êrişê tohmetbar kir û soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniya xwe de got:

“Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”