Rûsya: Metirsî heye HTŞ êrişî hêzên Rûsî bike

Rûsya dibêje zanyarî gehiştine wan ku Desteya Tehrîr El-Şam plan dike bi dronan êrîşî hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê bike

5 Mijdar 2022 - 09:01
5 Mijdar 2022 - 09:01
 0
Rûsya: Metirsî heye HTŞ êrişî hêzên Rûsî bike

Cîgirê Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê Oleg Yegorov ragihand ku rapor li ber destê wan hene çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Partiya Tikistanî ya Îslamî plan dikin bi firokeyên bê pîlot û dronên Kamikaze êrîşî Binkeya Himêmîm a Rûsî li Sûriyê bikin.

Yegorov da zanîn ku wan grûpan li nêzîkê gundê Xirbet El-Coz a ser bi Idlibê ve hejmarek dron amade kirine ku dikarin heta 70 kîlometreyan bifirin da ku sîstema berevaniyê ya Rûsyayê şaş bikin û êrîşî Himêmîm bikin.

Binkeya Himêmîm a Rûsî dikeve başûrê rojhilatê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê û ji 2015an ve artêşa Rûsyayê li wir dimîne û gelek caran ketiye ber êrîşên dron û mûşekî yên grûpên ser bi opozisyona Sûriyê.