Saziya Keşnasiyê ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da

Li parêzgehên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde dibare.

11 Çile 2024 - 05:22
11 Çile 2024 - 05:22
 0
Saziya Keşnasiyê ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê da

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 8 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfa zêde û ji bo hejmarek bajaran jî hişyariya barana gur da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê îro li parêzgehaên Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê berf dibare.

Li gorî pêşbîniyan dê berf heta roja êvara yekşemê berdewam bike.

Herwiha li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn û Dîlokê jî barana gur dibare.

Ji ber berfê li gelek bajaran pirsgirêkên çûnûhatinê çêbûn û tîmên paqijkirina rêyan jî xebatên xwe berdewam dikin.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan daxwaz kir, ji bo îhtimala rabûna lehiyê û pirsgirêkên çûnûhatinê tedbîrên pêwîst wergirin.