Serok Barzanî Cejna Noelê li Xirîstiyanan pîroz kir
Serokê herêma Kurdistanê ji bo hatina cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek belav kir.
Di peyama xwe de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir: ‘’Ji ber hatina cejna li dayîkbûna hezretî mesîh pîrozbahiya herî germ ez arastey hemû xwîşk û birayên xoştevî yên xrîstiyanên li Kurdistanê, Iraqê û hemû cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir di xweşî û şadî de ji wan re dixwazim.’
Herwaha got: ‘’Ji ber êrîşên terorîstên herî hov beşek piraniya xwîşk û birayên xirîstiyan mal û halên xwe bi cîh hêlan û nekarin vegerin navçeyên xwe.’’ Ji bo wê yekê jî hêvî û daxwazên xwe yên piştî têkbirina teror û nemana êrîşan, vegera ser mal û halên xwe û di nav asûdeyî û rihetiyê de jiyanek baş anîn ziman.
Barzanî got: ‘’Bi minasebata vê rojê ve pêwîst dizanim ku xwîşk û birayên xirîstiyan piştrast bikim ku Pêşmerge bi xwîna xwe berevanî li Kurdistanê kir û xwîşk û birayên Mesîhî û pêkhateyên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî berdewam cîhê parastî û piştevanê xwîşk û birayên xirîstiyane û wek nirxên pêkvejiyanê dê bimîne. Herwaha li Kurdistanê hizra teror, cudakirina ola û tayfegeriyê cîhê xwe tuneye. Em hemû di mirovahiyê de birane û hevbeşin û ti hêz û hizrekî şerxwaz nikare biratî û pêkvejiyana me têkbide.
Dawiyê de jî hêvî û daxwazên xwe yên ji bo ev cejn bibe hêvinê xêr û bexteweriyê û hemû salan di aramî û azadî de xirîstiyan cejna xwe bikaribin pîroz bikin anî ziman.