Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê û Neteweyên Yekgirtî Lord Tariq Ehmed pêwendiyeke telefonî encam dan.

9 Berfanbar 2022 - 03:47
9 Berfanbar 2022 - 03:47
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Lord Tariq Ehmed li ser girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.

Mesrûr Barzanî amaje bi pêşveçûna pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kir, bi taybetî di warên hevkariya ewlehî, perwerdehî, bazirganî û veberhênanê de. Li ser vê mijarê Serokwezîr pesnê alîkariyên teknîkî yên Brîtanyayê da ji bo dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û çaksazîkirina di warê bacê de.

Serokwezîr herwiha behsa hinardekirina berhemên çandiniyê yên Helebce û Zaxoyê bo Îmarat û Kendavê kir. Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku Brîtanya dikare di warê dabînkirina xureka cîhanî de û veberhênana di warê bankî de piştevaniya Hikûmeta Herêmê bike.