Xwendekarekî Kurd xwe kuşt: ‘Ji we hez dikim, bibûrin’

Xwendekarekî Kurd ê ji Agiriya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Çanakkaleyê yê Tirkiyeyê xwe kuşt.

26 Cotmeh 2023 - 05:20
26 Cotmeh 2023 - 05:20
 0
Xwendekarekî Kurd xwe kuşt: ‘Ji we hez dikim, bibûrin’

Xwendekarê zanîngehê yê bi navê Samet Taş, şeva borî xwe ji tebeqa 5an a şevîmana zanîneghê avêt xwarê.

Li gorî ku hevalên wî dibêjin Samet piştî ku ji kar hatiye çavên xwe gîre dane û xwe avêtiye.

“Ji we hez dikim, bibûrin”

Samet beriya ku xwe bikuje ji malbata xwe re kurtenameyek nivîsiye:

“Dayê, xwişkê, bavo min bibexşînin. Ji we hez dikim, bibûrin.”

Sametê ji navçeya Panosê ya Agiriyê, mamostetiya pêşdibistanê dixwend û xwendekarê pola yekem bû.

Samet ber xwendina xwe re dixebitî jî û piştî ku zanîngeh qedand dê bibûna mamoste.