Li gorî nuçeya ku BasNewsê de cih digire tê gotin ku berpirsê baskê PDKê yê Şingalê Wehîd Bakozî di çarçoveya pevçûnên di navbera Pêşmerge û Heşdî Şeibî de li navçeyên Rojavayê Dîcleyê şehîd bû.
Îro 26.10.2017ê Heşdî şeibî li Rojavayê Dîcle heta Pirdê êrîş kir ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, lê li hemû êrîşan de têkçûn û bi dehan çekdarên wan hatin kuştin û birîndar bûn, ku dinava wan de rêveberên payebilind ê heşdî şeibî jî hene.