Bi dehan Çekdarê sunnî ji nav Heşdî Şabî veqetiyan û beşdarî pêşmerge bûn!

Berdevkê hoza erebên Sunne li deşta Neynewa aşkere kir ku, bi sedema şer û pevçûnên Heşda Şeibî ligel hêzên Pêşmerge bi dehan çekdarên Sunne xwe ji nav Heşda Şeibî vekişandin ku beşdarî refên Pêşmerge bibin.

27.10.2017, Cum - 07:12

Bi dehan Çekdarê sunnî ji nav Heşdî Şabî veqetiyan û beşdarî pêşmerge bûn!
Nuçe Belav bike

Berdevkê hoza erebên Sunne Muzahim El-hiwêt di axaftina xwe de ragehand ku, piştî hate zanîn ku, Heşda Şeibî bo merên siyasî kar dike û ne ji bo parastina welat heta niha 150 çekdarên Sunne ji nav Heşda Şeibî vekişyane, di nav wan de fermanderên bilind hene.

Herwiha da zanîn ku, dema welatiyên erebên Sunne tevlî Heşda Şeibî bûn armanca wan şerê li dijî terorê bû, lê niha hemû hewlên xwe li dijî Pêşmerge dikin, ev yeke bûye sedema wê yekê ku, çekdarên Sunne xwe ji Heşd Şeibî vekişînin û bibêjin ku, em şerê pêşmerge nakin.

Her wiha tê gotin ku ew milîsên ku ji Heşdî Şabî veqetiyane niha li gel pêşmerge di çeperan de bicih bûne û parastina Kurdistanê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x