Birîndarbûna Serokkomarê Iraqê hat redkirin

Şewirmendê Serokkomariya Iraqê nûçeyên derbarê ketin û birîndarbûna Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd red kir.

23.05.2023, Sal - 10:15

Birîndarbûna Serokkomarê Iraqê hat redkirin
Nuçe Belav bike

Di hinek medyayan de û li ser torên civakî nûçe û zanyarî li ser ketin û birîndarbûna Serokkomarê Iraqê de belav bûne. Li gor agahiyên ku ji aliyê wan çavkaniyan ve hatine belavkirin, Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd di vegera ji Silêmaniyê bo Bexdayê de û dema xwestiye ji firokeyê dakeve, ji pêlekana firokeyê ketiye, ji ser û çavê xwe ve birîndar bûye û destekî wî jî şikestiye.

Piştî belavbûna wan nûçe û zanyariyan, şêwirmendê Serokkomarê Iraqê, D. Ebdullah Eliyaweyî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “Ew nûçe derew e û ti bingeheke xwe nîne û bûyerek wiha çênebûye.”

Ebdullah Eliyaweyî got, “Pêr şev dema Serokkomarê Iraqê ji Silêmaniyê vegeriyaye Bexdayê, hewa baş nebûye, yek du caran firokeya serokkomar ketiye nav pêla hewayê, ev jî tiştekî normal e, firokeya wî jî bi silametî daketiye.”

Şêwirmendê Serokkomariya Iraqê herwiha diyar kir, Serokkomar roja Duşemê pêşwaziya gelek kesan kiriye û dê roja Sêşemê jî pêşwaziyê li hejmarek kesên din bike.

Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd di sala 1944an de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1968an li Zanîngeha Liverpolê beşa Endazyariya Şaristanî qedandiye û sala 1976an di Zanîngeha Manchesterê de doktora bi destxistiye.

Ebulletîf Reşîd herwiha endamê encûmena cîbicîkar a Kongreya Niştimanî ya Iraqê (INC) bû, û di sala 1986an de Nûnerê YNKê bûye li Brîtanyayê. Di sala 2003an de û piştî rûxana rejîma berê, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê bûye.

Ebulletîf Reşîd di 13ê Gulana 2022an de wek Serokkomarê Iraqê hat hilbijartin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x