Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê îro berê sibehê kete bajarê Rûmadî yê Iraqê û hinek taxên wê bi dest xistin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ku hatine bidestxistin, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê îro berê sibehê kete bajarê Rûmadiyê. Milîtanên DAIŞê li bajarê hinek tax û avahiyên hikûmetê bi dest xistin.
Li bajarê Rûmadî şer û pevçûn dewam dike û piştî ketina milîtanan li bajêr rewşa awarte hat îlankirin û çûnûhatina bajêr hat girtin.
Bajarê Rûmadî 110 kîlometroyan dûrî paytextê Iraqê Bexdayê ye.