Di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftin!

Li gorî rêkeftinê hêzên Pêşşmerge, karmendên gumrikê û leşkerên Amerîkî wê Deriyê Sinorê Pêşabûrê werin bicîkirin.

30.10.2017, Pts - 09:25

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftin!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku Basnews'de cih digire tê gotin ku, di encama civînên du rojên borî yên şandên Pêşmerge û Wezareta Bergirî ya Iraqê de, ku bi çavdêriya Amerîka hatibû kirin, Hewlêr û Bexda li ser sînorên niha yên Herêma Kurdistanê li hev kirine.

Her wiha hat gotin ku li ser çawaniya birêvebirina deriyên sînorî û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê li hev kirine û biryar dane tevahiya arîşeyan di çarçoveya Destûra Iraqê de çareser bikin.

Hewlêr û Bexdayê biryar dane hêzeke hevbeş (Pêşmerge û hêzên Iraqî) li deverên Mehmûdiye, Sihêla, Fayde, Şêxan, Elqoş, Guwêr, Meqlûb û Xazir were bicîhkirin.

Li ser deriyê sînorî yê Pêşabûrê jî biryar hatiye dayîn hêzeke bevbeş ku ji hêzên Iraqî, Pêşmerge û Amerîka pêk tê, wî sînorî birêve bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1050 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x