Serokê Koalîsyona Neteweyî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî ji bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê rexneyên tund li Serokwezîr Heyder Ebadî kirin.
Serokê Koalîsyona Neteweyî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî li Erebîstana Siûdî di axaftina xwe ya civîna çapemenî ji bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê rexneyên tund li Serokwezîr Heyder Ebadî kirin û got: "Ji bo rastbûna têkiliyên herdu aliyan em dixebitin, lê Serokwezîr Heyder Ebadî bi redkirina diyalogê dixwaze gelê kurd ceza bike."
Eyad Elawî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em qebûl nakin li Iraqê mafê ti pêkhate û beşên olî were binpêkirin. Divê Iraq dev ji polîtîkayên xwe yên mezhebî berde û şertên dewleteke hiqûqî bi cih bîne."
Elawî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Xebatên me yên ji bo hevdîtina herdu aliyan didomin. Em qebûl nakin gelê kurd were cezakirin. Ez vê ji bo helwesta Ebadî ya li hemberî gelê kurd ku ambargo û guvaş daniye ser Kurdistanê dibêjim."