Heger şer derkeve navê Iraqê jî namîne...

Wezîrekî berê yê Kurdistanê û Serokê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) Dilawer Eladîn dibêje, eger di navbera hêzên kurdî û Iraqî de şer derkeve wê çaxê êdî tiştek bi navê Iraqê namîne.

14.10.2017, Cts - 11:25

Heger şer derkeve navê Iraqê jî namîne...
Nuçe Belav bike

Wezîrê berê yê xwendina bilind yê Kurdistanê û serokê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) Dilawer Eladîn li ser rûpela xwe ya twîtterê behsa kirîza navbera Iraq û Kurdistanê kiriye û gotiye, her du alî jî dikarin şer bidin destpêkirin lê nikarin şer bidin sekinandin.

Dilawer Eladîn her wiha gotiye, eger ser derkeve wê çaxê tiştek bi navê Iraqê namîne.

Ev çend roj in hêzên Iraqî dora bajarê Kerkûkê girtine û gefa girtina bajêr dixwin. Hêzên Pêşmerge jî li hember wan çeper girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x