Heşdî Şeibî li ser sînorê Sûriyê tê bicihkirin!

Fermandarek milîsên Heşdî Şeibî ragehand, ku gruba wan a çekdar li ser sînorê Sûriyê dê bê bicîh kirin.

23.12.2017, Cts - 16:39

Heşdî Şeibî li ser sînorê Sûriyê tê bicihkirin!
Nuçe Belav bike

Fermandarê Heşdî Şeibî Qasim Muslih ragehand, ku milîsên wan dê li ser sînorê Iraq û Sûriyê bê bicîh kirin û erkê wan piştgiriya artêşa Iraqê ye.

Qasim Muslih ragehand, biryara bicîh kirina milîsan a ser sînorê Sûriyê piştî bûyera mûşek li hember hêza parastina sînor a ıraqê hatiye avêtin hatiye dayîn.

Berî naha jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ku baskê PKKê yê leşkerî YPG pêkanînerê serekiye, rêkeftin li gel hêzên Iraqê imza kirin ku, kontrol kirina sînorê Iraq û Sûriyê bi hevbeşî birêve bibin.

Guman heye çekdarên DAIŞê bi awayê partîzanî êrîş bikin ser artêş û hêzên ewlehiya Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x