Ji Encumena Asayîşa Kurdistan hişyariyek girîng: Sewkiyat didome

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistan daxûyand ku sewkiyata leşkeriya berbi sinorên Kurdistanê ya Iraqê didome. Her wiha bang hat kirin ku Iraq helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî Kurdan bivegere.

23.10.2017, Pts - 12:19

Ji Encumena Asayîşa Kurdistan hişyariyek girîng: Sewkiyat didome
Nuçe Belav bike

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di 48 demjimêrên derbasbûyî de hêzên iraqî, ku ji aliyê Îranê ve têne piştgirîkirin, hêzekî zêde bi tank, top û otomobîlên zirxpoşên amerîkî anîne navçeyênd erdora Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê dayîn, ku Iraqê ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî ti briyarek nedaye û piştî êrîşa li Kerkûk û Pirdê liv û tevgera leşkerî zêde bûye.

Her wiha Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike da ku hêzên leşkerî ji wan navçeyan vekişe, herweke serkirdetiya Herêma Kurdistanê xwestiye, pirsgirêkan bê merc bi riya guftugo çareser bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x