Mesut Yeğen: Rewşa neyînî ya îro dibe ku sibê ji bo Kurdan bibe fersend

Prof. Mesut Yeğen, li ser dagirkirina Kerkûkê dibêje, “Radestkirin û neparastina Kerkûkê, Îraq û Îran li hemberî Kurdan anîn asteke daxwazkar û dewletên rojava jî dudil û biguman hişt.” Ji Zaningeha Şehir a Stenbolê Prof. Dr. Mesut Yeğen dagirkirina Kerkûkê weke bêxêriyekê dinirxîne. Lêbelê radigihîne ku divê Kurd ji vê rewşê derfetekê derxînin.

07.11.2017, Sal - 10:54

Mesut Yeğen: Rewşa neyînî ya îro dibe ku sibê ji bo Kurdan bibe fersend
Nuçe Belav bike

Kurdan rûdanên li Kerkûkê çaverê nedikirin. Geşedanên dawîn surprîz bûn?

Helbet surprîzek heye. Lêbelê ne êrişên Artêşa Îraq û Heşda Şeibî yên li ser Kurdan surprîz in ne piştgiriya Îran û Tirkiyeyê ya bo van êrişan û ne jî bêdengiya DYA û welatên rojavayî li hember van êrişan. Dema ku referandûm dihat kirin, helbet kesek ne li bendê bû ku Îraq, Îran û Tirkiye bêdeng bimînin. Dîsa ti kes ne li bendê bû ku DYA bêje, ‘ti kes destê xwe nake Kurdan’ Surprîz ji Kurdan, ji siyaseta Kurdan hat. Surprîz ev bû ku; beşek ji wan kesên ku piştî gotubêjên dirêj di referandûmê de gotin ‘Erê’ û amadekariyên parastina Kerkûkê dikirin, rabûn bajar radestî Heşda Şeibî kirin. Ev çima û çawa çêbû, divê mirov baş binirxîne lê bi rastî ez ne alîgirê wê me ku mirov vê qonaxê hemûyê li ser gotina ka li ku derê surprîz çêbû binixîne.

Çima?

Divê mirov ji vê rewşa şokê bilez derkeve. Divê mirov bo wê bixebite ka wê ji vê rewşa aloz çi fersendê derxîne . Bêgûman rewş ji bo Kurdan gelek xerab û nebaş e. Rêyek vebûye ku hemû destkeftên Herêma Kurdistanê yên di 25 salan de hatine bidestxistin, ji holê rake. Lê weke min got divê ji vê şokê derkevin û li riyekê ji bo ku vê rewşê veguherînin fersendê bigerin. Ji ber ku vê yekê riyek vekir ku Kurd bi awayekî rasteqîn li xwe, hevalbendên xwe û hevrîkên xwe binêrin. Ev baş e. Ji bo Kurdan kar û bar duh dest pê nekiriye û sibê jî bidawî nabe. Tişta li Kerkûkê rû da di derbarê Herêma Kurdistanê de çend xetên sereke nîşan dan;

Yek; Herêma Kurdistanê di derbarê rewşa xwe de nirxandineke rasteqîn nekiriye. Herêma Kurdistanê ji 1991an û vir ve li şûna ku hêz û dema xwe bo yekrêziya netewî, artêşeke niştimanî û binesaziya dewletê bikar bîne û xerc bike, ji bo zexmkirina cudahiyên di navbera aliyan de bi kar aniye. Radestkirina Kerkûkê bo Îraqê ji aliyê komekê ve kêmaseyike mezin a siyaseta Herêma Kurdistanê nîşan dide ku cidî nehatiye girtin. Dudu; Derdikeve holê ku Herêma Kurdistanê rikber û hevrîkên xwe yên li herêmê Îran û Tirkiye baş nas nekerine û tiştên ku wê ev herdu hêz bikin bi rasteqînî ne nirxandiye û hesab nekiriye. Sê; Cardîn xuya ye ku Herêma Kurdistanê rewşa herêmê û siyeta navdewletî jî baş nexwendiye. Herêma Kurdistanê nirx û cihê xwe yê di herêmê de hinekî mezin dîtiye.

Lê bi rastî eger Kurdan Kerkûk biparasta ev kêmasî hemû wê bi zelalî derketina holê ez ji wê jî ne piştrast im. Kurdan bi radestkirin û berdana Kerkûkê nîşanî dost û dijmin da ku serxwebûn li aliyekî ji bilî federaliyeke li wan herêmên derveyî deverên nakok tiştek heq nekiriye. Ne ji aliyê exlaqî lê mixabin di warê siyasî de wisa ye.

Kurd dikarin ji vê yekê derseke çawa derxînin?

Geşedanên rû didin derfet didin ku Kurd rewşa xwe baştir û rastîn binirxînin û bibînin. Yanî Kurd bi vê yekê dikarin rewşa xwe bibînin him jî rewşa dost û dijminên xwe bibînin ku li ku disekinin, dikarin çi bikin. Ev bixêr û baş e. Herwiha divê ev jî bê dîtin ku ji bilî deverên nakok hikûmranî û desthilata Kurdan a li ser wan deverên din ku ne bi dilê hin aliyan be jî niha ji aliyê hemû aktor û derdorên di nav vê lîstikê de ne ve tê qebûlkirin. Yanî hertişt nehatiye xala sifirê.

Nebûna Serok Barzanî ku nexwast maweyê serokatiyê were dirêjkirin, wê tesîreke çawa li ser herêmê bike?

Ji bo dîtina tesîra dewamnekirina Mesûd Barzanî ya li ser siyaseta Kurdistanê divê hinekî mirov bisekine û bibîne. Xuya ye ku Barzanî ji îro heta sibê ji qada siyasetê xwe nade paş û ranabe. Jixwe mayîna Barzanî li ser postê serokatiyê hinekî jî ji zarûrî bû. Lêbelê digel vê rewşa ne zelal jî, çûyîna Barzanî dibe ku bibe sedema du rewşên nakok. Dabeşkirina karbidest û desthilata serokatiyê ji bo dezgehên din û hilbijartinên ku wê bên kirin, dibe ku parçebûna di siyaseta Kurdistanê de ku di bûyerên Kerkûkê de berbiçav derket holê, hinekî restore bike an jî ji holê rake. Lê bi rastî ji ber ku siyaseta Kurdistanê ne xwedî kevneşopiyeke lihevkirinê ya bihêz e, dibe ku bi çûyîna Barzanî siyaseta Kurdistanê ber bi kaos û şerekî navxweyî ve jî biçe ku bêgûman hin alî ji bo vê yekê bi hemû hêza xwe dixebitin. Eger kaoseke wiha derkeve holê Mesûd Barzanî ji neçarî wê dîsa bikeve dewrê û wê bê ser kar.

Li gor we baskekî YNKê çima tiştekî wiha kir?

Bi îxtîmaleke mezin Îranê, ji zarok û xwerzên Talebanî re ev gotin kirine: Yek; Silêmanî piştgiriya ku ji Îranê werdigirt ji îro û pê ve nastîne. Du; Eger her tişt di riya xwe de bimeşe, tesîr û karîgeriya PDKê ya di siyaseta Kurdistanê de wê bi awayekî jêveneger bibe xwedî mezinahiyekê.

Dagirkirin û ketina Kerkûkê ji aliyê Kurdan ve weke; “Trajediya Kurdan a sedsala 21an, Mahabada Duyem, Êşa mezin” hat nirxandin. Hûn çawa şîrove dikin vê rewşê?

Ez qet wisa nanirxînim. Şikestina li Kerkûkê ne mîna ya Mahabadê ye û ne jî wek hilweşîna 1975an e. Ew nirxandinên tên kirin ji aliyekî ve hestiyarî ne û ji aliyekî ve jî hinekî tên mezinkirin. Erê rast e li gor rewşa berî referandûmê paşketinek heye, ev zelal e. Lê divê em jibîr nekin ku rewşa berî referandûmê jî ku bi êrişa DAIŞê ya li ser Mûsilê derket holê ji aliyekî ve ‘arizî’ bû. Niha piştî binketina li Kerkûkê rewş ev e: Herêma Kurdistanê jibilî deverên ‘nakok’ li deverên din cardin serdest e. Hêzên Pêşmerge li cihê xwe disekinin. Eger Îran, Heşda Şeibî, Îraq û Tirkiye bibin yek û bi armanca vegerandina rewşa Herêma Kurdistanê bo beriya 1991an bikevin nav hewldanan û hêzên rojavayî jî li hemberî vê yekê bêdeng bin û tenê temaşe bikin, her wiha ev hewildan serbikevin, wê çaxê em dikarin rewşa heyî bi şikestina Mahabadê û ya sala 1975an bidin ber hev û wisa pênase bikin. Lêbelê ez di wê baweriyê de me ku hêzên rojavayî destûrê nadin hewldanên bi vî rengî. Her wiha dîsa ez bawer nakim ku Îran û Tirkiye heta ku Îraq û Îran jî li ser projeyeke wiha wêranker li hev bikin.

Rojava berê xwe ji Kurdan guherî?

Di dîtina ewil de dibe ku rewş wiha xuya bike, lê ez bawer nakim rojava Kurdan ji pêş çavan derxe an jî berê xwe ji Kurdan vegerînin. Ji bilî Îsrîlê qet hêzekê piştgirî neda referandûmê û negot, ‘Di her rewşê de ez ê Kurdan biparêzim’. Jixwe dema ku mirov rewşa vekişindina Kurdan a bêyî şer ji Kerkûk û deverên nakok datîne berçavan, ne rast e ku mirov bibêje, ‘ Rojava Kurd bi tenê hiştin an berê xwe vegerandin’. Eger Heşda Şeibî û Artêşa Îraqê êrişî deverên Herêma Kurdistanê yên din bike û hêzên rojavayî bêdeng bimînin, rast e wê çaxê em dikarin bêjin, ‘ Rojava Kurd ji pêş çavan derxistin’. Lê îro rewş ne wisa ye. Jixwe ji ber îhtîmal û egereke zêde ya alîkariya hêzên rojavayî bo Herêma Kurdistanê Îran û Heşda Şeibî ji bilî deverên nakok pêşdetir naçin.

Eger li Kerkûkê berxwedanek çêbûya, ev rewş wê derketa holê?

Na! ev rewş çênedibû. Kurdan dikaribû heyameke dirêj Kerkûkê biparêzin û bergiriyê lê bikin. Rast e, di wê rewşê de jî hejmareke zêde ya xelkê sivîl û leşkerî wê jiyana xwe ji dest bidan, lê berdana Kerkûkê û bergirînekirina wê, Îran û Îraq li hemberî Kurdan anî asteke daxwazkar û hêzên rojavayî jî dudil û di teredutê de hişt. Eger Kerkûk bihata parastin, ne Îran û Îraq wê biqasî îro daxwazkar bûna û ne jî wê rojava wiha bêdeng bûya. Kobaniyê bînin bîra xwe. Kobanî 2-3 mehan di bin dorpêçê de bû roja dawîn ku li ber ketinê bû, alîkariya DYAyê ya esmanî hat û dorpêça ku DAIŞê li ser Kobaniyê disepand hat şikandin. Kerkûk jî bêyî ku saetekê jî berxwedanek hebe, hat radestkirin. Ez nikarim bibêjim ku sedî sed piştrast im, lê eger bergiriyeke hişk û bihêz li Kerkûkê bihata kirin li hemberî êrişên Heşda Şeibî îro wê rewşeke bi şiklekî din li ber me bûya.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de pirsek kir, “DYA çima midaxele nekir û bêdeng ma? ...

LI vir du meseleyên ji hev cuda hene. Yek; weke min li jor jî amaje pê kir, Kurdan berxwedaneke wisa nîşan nedan ku derfet û hewcedariya alîkariyê derkeve holê. Ya duyem û girîngtir; Diyar e ku DYA bi vê yekê helwestek nîşanî Herêma Kurdistanê û Barzanî da. Herêma Kurdistanê di çend xalan de li derveyî sînorên ku DYAyê xêz kiribûn siyasetek meşand û helbet DYA ev yek hemû tomar kirin û ligel xwe girtin. Rêkeftinên petrolê yên li gel Rûsya û Tirkiyeyê ne bi dilê DYAyê bûn. Dîsa hilbijartinên Îraqê ku wê 2018an de pêk werin jî ji bo DYAyê girîng in. Di heyama li pêşiya me de siyaseta DYAyê ya sereke wê zextkirin û sînordarkirina Îranê be li herêmê û naxwaze ku Îraq bi temamî bikeve bin kontrola Îranê. Lewma car caran derketina Herêma Kurdistanê ji sînorên siyaseta DYAyê û herwiha tevî daxwazên paşdexistinê pêkanîna referandûmê Herêma Kurdistanê ji bo DYAyê ji pozîsyona ku divê ‘di her rewşê de bê parastin’ derxist.

Muayîdeyên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê wê berdewam bikin?

Ez ne di wê baweriyê de me ku herdu welat jî ji tiştên ku îro dikin pêşdetir gavekê bavêjin. Ji ber sê sedeman. Yek; xuya ye ku ev helwest û bêdengiya hêzên rojavayî ku di çarçoveya referandûmê de derket holê, ya li hemberî kiryarên li ser Herêma Kurdistanê, weke ebedî berdewam nake. Dudu; Fişar û zextên zêdetir wê meşruiyeta têkiliyên Herêma Kurdistanê yên bi hêzên derveyî herêmê re zêdetir bike. Sê; Him Îran û him Tirkiye xwedî serjimarake Kurdan e ku di rêvebirina vê nifûsê de ne serkeftî ne, ji ber vê yekê gavên pêşdetir wê têkiliya van herdu welatan a bi Kurdên xwe re xerabtir û aloztir bike.

Piştî van rûdanan, fersenda serxwebûnê ji dest çû?

Encama referandûmê li holê ye. Ji sedî 93 xelkê gotiye ‘Erê’. Yanî rêjeyeke mezin a Kurdan daxwaza xwe ya dewleteke serbixwe aşkere kiriye. Tirkiye û Îraq dibêjin ‘betal bikin’, lêbelê kî wê çawa referandûmê betal bike? Kurd dê cardin biçin ser sindoqan û bêjin, ‘Em ji serxwebûnê lêve bûn’. Betalkirina encaman ji aliyê rêveberiyê ve nayê wateya ku xelk ji vê biryarê vegeriyaye. Ji ber wê yekê her kes wê hesabên xwe li gor encama referandûmê diyar bike û wisa gavan bavêje. Ew derdorên ku daxwaza betalkirina referandûmê dikin, divê ji Kurdan re bi zelalî û aşkere vê yekê bibêjin; ‘Erê rast e hûn serxwebûnê dixwazin, lê hêza we nîn e’.

Em vegerin mesela, ‘gelo fersenda serxwebûnê ji dest çû’... Ev li holê ye: Ti kes nikare bi awayekî zelal bibîne ka wê sibê li Rojhilata Navîn çi biqewime û nikare pêşbînî bike. Li Rojhilata Navîn niha li pêşiya me niha meseleya serdemê ya mezin, ragihandina derbasbûna ‘îslama nerm’ ji aliyê Erebîstana Siûdî ve, her wiha egera pevçûna di navbera mîhwera DYA, Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Îranê de heye. Ev pevçûn wê ji bo Îran û Îraqê çi encaman bi xwe re bîne, Rûsya û Tirkiye wê li kîjan pozîsyonê de bisekinin, ev niha ne zelal in. Lêbelê meseleya serxwebûna Kurdistanê jî di nav de, li ser rewşa herêm û Kurdistanê ev pevçûna ku min amaje pê kir wê diyarker be. Çawa ku Bihara Ereban û DAIŞê him li Îraqê û him jî li Sûriyê rewşa Kurdan nû kir, di heyama pêşiya me de jî ev pevçûn wê rewşa Kurdan diyar bikin. Di vê rewş û di nav van aloziyan de ne gelek dûr, dibe ku di nava salekê de serxwebûn dîsa bi aweyekî germ bikeve rojevê, dîsa egera wê heye ku Kurd rastî wêrankariyeke ji îro mezintir jî bên.

rojnameya basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:06:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x