Mihemed Şiya Sûdanî û Şaxewan Ebdullah civiyan

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah bi Serokwezîrê Iraqê re li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêjek pêk anî.

23.12.2022, Cum - 08:27

Mihemed Şiya Sûdanî û Şaxewan Ebdullah civiyan
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah bi Serokwezîrê Iraqê re li ser xurtkirina hevkariyên di navbera desteyên yasadanîn û cîbicîkirinê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotûbêjek pêk anî.

Ofîsa ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihandiye roja pêncşemê (22.12.2022) Şaxewan Ebdullah bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêşhatên herî dawî yên emnî û siyasî yên Iraqê û behsa girîngiya bihêzkirina hevkariyên di navbera yasadanîn û cîbicîkirin û derkirina wan yasayên girêdayî pirojeyên xizmetguzariyê de kirin.

Ji aliyê xwe ve Şaxewan Ebdullah ragihand ku di hevdîtinên xwe de ligel Serokwezîrê Iraqê giringiya hemahengiya hewlên rûbirûbûna gendeliyê û çaksaziyê di saziyên dewletê de gotûbêj kirine.

Herwiha behsa pêngavên çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û berdewamiya hemahengî û têgihîştina di navbera her du aliyan de kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x