Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî projeyasaya bûdceyê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê tekezî li ser giringiya pesendkirina projeyasaya bûdceya Iraqê dikin ku roleke wê ya bi bandor li ser başbûna rewşa darayî û destpêkirina kar û projeyan dibe

08.04.2023, Cts - 15:04

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî projeyasaya bûdceyê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê 08ê Nîsana 2023an li Bexdayê pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser projeyasaya bûdceya Iraqê kirin ku niha ji bo dengdanê li Encûmena Nûneran e. Her du alî hevnêrîn bû li ser giringiya derxistina wê yasayê, ku dê roleke wê ya bibandor di başkirina rewşa darayî û vegerandina kar û projeyan de hebe.

Di civînê de gotûbêj li ser rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî hatin kirin û di vê derbarê de bal kişandin ser wê yekê ku derenketina cibicîkirina rêkeftinê, dê bandoreke neyînî li ser tevahiya dahata Iraqê bike."

Herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Iraqê û navçeyê jî mijareke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:22:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x