Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava dike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, da zanîn ku dê Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava bike.

09.11.2023, Per - 14:31

Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava dike
Nuçe Belav bike

Li gorî Qasim Erecî yek ji van kampan li Silêmaniyê, ya din jî li Hewlêrê tê avakirin.

“Pirsgirêka şervanên Îranî hat çareserkirin”

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî, ji medyaya Îraqê re got:

“Hikûmeta me li ser vê yekê rijd e ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Piştî ku hikûmetê di navbera Îran û Îraqê de lijneyeke bala ya ewlehiyê ava kir li xaka Îraqê pirsgirêka şervanên Îranî hat çareserkirin.”

Îran û Îraqê 19ê Adarê ji bo bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê peymanek îmze kiribû.

Li gorî vê peymanê, divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê werin bêçekkirin û li kampan werin bicihkirin.

Qasim Erecî destnîşan kir ku wan û Îranê piştî 14 civînan li ser van mijaran li hev kiriye û got:

“Niha em hewl didin ku li kampên di çavdêriya Îraqê de werin bicihkirin. Me dest bi avakirna kampa li Hewlêrê kir, kampa me ya duyem jî dê li Silêmaniyê be.”

“Kes bi me re neaxiviye”

Endamê Polîtburoya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Abdulah Azerbar jî da zanîn ku haya wan ji avakirina van kampan nîne û got:

“Ev kamp dê bibin wekî kampên sivîlan. Dê çalakiyên leşkerî û perwerdeya leşkerî nebe li wan. Kamp dê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bin lê kes li ser vê mijarê bi me re neaxiviye.”

Abdulah Azerbar herwiha amaje pê kir ku divê Pêşmerge li gorî peymana Îran û Îraqê ji sînor dûr bikevin û “Ev xal tê bicihkirin.”

Li aliyê din, Qasim Erecî ragihand ku Îraq dixwaze ji bo PKKyê peymaneke wekî vê peymana Îran-Îraqê bi Tirkiyeyê re jî bike.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:42:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x