Seidî Ehmed Pîre: Hewlêr û Bexda dê bicivin

Berdevkê fermî yê YNKê Seidî Ehmed Pîre ragehand: ‘’Şanda bilind a herêma Kurdistanê û Bexda dê bicivin û gotûbêja rewşa Iraqê û herêma Kurdistanê dê bikin. Herwaha rê çareyeke guncaw bo hemû pirsgirêkên naha dê bibînin.’’

31.10.2017, Sal - 12:42

Seidî Ehmed Pîre: Hewlêr û Bexda dê bicivin
Nuçe Belav bike

Berdevkê fermî yê YNK'ê amaje bi vê yekê dike ku di demeke nêzîk de şanda bilind a herêma Kurdistanê û Bexda dê bicivin û rêçareyek guncaw bo çareseriya pirsgirêkan dê bibînin.

Berdevama axaftina xwe de Seidî Pîre destnîşan kir ku, civîna Bexda û herêma Kurdistanê sedemeke başe bo çareseriya pirsgirêkan û ragehand: ‘’Bê guman dervey masa guftûgoyan û rêyên dialogê ti berdîleke din bo çareseriya pirsgirêkan tineye.’’

Herwaha diyar kir, hîn dema civînê diyar nebûye, lê di bernameyê de heye û di demeke nêzîk de Bexda û herêma Kurdistanê dê careke din bicivin.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1079 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x