Li gorî rojnameya Wall Street Journalê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevdîtina xwe ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de soz da ku piştî şerê rêxistina terorîst a DAIŞê milîsên Haşdî Şabî bê çek bike. Ebadî gotiye ‘her grûbeke çekdar wê têkeve bin desthilatiya hikûmetê û divê çek deyne.'
Wekî tê zanîn, niha bi dehan milîsên şîe ku piraniya wan piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêkhatibûn û Îranê piştgiriya wan dike di nav rêzên Haşdî Şabî de cih digirin.