3 partiyan li hev kir: Hilbijartin 8 meh hat paşxistin

Fraksiyonên PDK, YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina heyama parlamentoyê li hev kirin.

24.10.2017, Sal - 08:31

3 partiyan li hev kir: Hilbijartin 8 meh hat paşxistin
Nuçe Belav bike

Serokê Fraksiyona Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji Rûdawê re ragihand: “Em li gel fraksiyonên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ji bo paşxistina hilbijartinên parlamentoyê rêkeftin.”

Mawetî herwiha da zanîn: “Li gorî rêkeftina me heyama parlamentoyê jî 8 mehên din jî tê dirêjkirin.”

Biryare îro Sêşemê 24-10-2017, Parlamentoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina dirêjkirina temenê xwe yê yasayî û çend mijarên din rûniştina xwe bike.

Dilêr Mewatî da xuyakirin: “Îro ji ji fraksiyona YNKê Goran Mehmûd, ji fraksiyona PDK'ê Elî Osman û ji fraksiyona Komela Îslamî jî Eyûb Ebdullah weke parlamenter dest bi kar dikin. Herwiha Bêgerd Talebanî jî weke Sekreterê Parlamentoyê dest bi kar dike.”

Biryar bû roja 1'ê Mijdara 2017ê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bihata kirin. Li gorî biryara nû dê hilbijartin di meha Hezîrana 2018ê de werin kirin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:13:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x