Êrişên Îsraîlê: 6 zanayên nukleerê yên Îranê hatin kuştin

Îranê di êrişên Îsraîlê de 6 zanayên xwe nukleerî ji dest dan.

13.06.2025, Cum - 10:49

Êrişên Îsraîlê: 6 zanayên nukleerê yên Îranê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê di êrişên Îsraîlê yên îro de zanayên nukleerê Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî hatine kuştin.

Ji kesên ku di êrişê de hatine kuştin Fereydûn Ebasî demekê wekî Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê xebitîbû.

Ebasî sala 2010an ji hewldana kuştinê ya ku Îsraîl jê tê tawanbarkirin bi birîndarî rizgar bûbû.

Zanayê din ê ku hatiye kuştin Mihemed Mehdî Tehrançî jî wekî Serokê Zanîngeha Azad a Îslamî dixebitî.

Îsraîlê destê sibehê êrişî Tehrana paytexta Îranê, Tebrîz, Tesîsa Atomî ya Netenzê ya li Esfehanê û bajarên Loristan û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:1an bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî hatine kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li Tehranê de cihên sivîlan jî hatin armancgirtin û gelek welatiyên sivîl jî mirin.

Êrişa Îsrailê ya li Îranê

Artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî hat kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan dest bi êrişeke li dijî Îranê kiriye û rewşa awarte ragihandiye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi operasyoneke bi navê “Şêrê ku bilind dibe” êrişî navendên bernameya dewlemendkirina nukleer a Îranê kiriye.

Netanyahu da zanîn ku armanca wan tesîsa sereke ya dewlemendkirinê ya li Natanzê ye û ragihand, “Heta ku metirsî were rakirin êriş dê berdewam bikin.”

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan dest bi “êrişeke pêşwext, birêkûpêk û hevaheng” li dijî bernameya nukleerî ya Îranê kiriye.

Hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.

Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî hatine kuştin.

Her wiha di êrişan de Elî Şemxaniyê Şêwirmendê Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî bi dijwarî birîndar bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew beşdarî êrişê nebûne û got:

“Îsraîlê ev gav ji bo parastina xwe avêt.”

Rubio hişyarî da Îranê û anî ziman, “Divê berjewendî an jî karmendên Amerîkayê nekin armanc.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî ragihand ku sekreterê giştî êrişa Îsraîlê ya li Îranê şermezar dike û got:

“Ez ji êrişên Îsraîlê yên li navendên atomî yên Îranê dilgiran im ku dan û standin li ser bernameya atomî ya Îranê berdewam in.

Ez ji endamên Neteweyên Yekbûyî dixwazim ku pêbendê yasayên navneteweyî û biryarnameyên Neteweyên Yekbûyî bin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 167 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x