Trump li ser êrişa Îsraîlê ya li Îranê daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye.

13.06.2025, Cum - 10:47

Trump li ser êrişa Îsraîlê ya li Îranê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Donald Trump da zanîn ku ew dê destûrê nedin Îranê ku bibe xwediyê çekên nukleerî.

Trump piştgirî da daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya ku gotibû “em beşdarî êrişê nebûn” û diyar kir ku divê hewldanên ji bo çareseriyên dîplomatîk berdewam bin.

“Divê vegerin ser maseya muzakereyan”

Trump diyar kir ku hevdîtinên derbarê mijara nukleerî bi Îranê re nabe ku bên qutkirin û wiha axivî:

“Em hêvî dikin ku vegerin ser maseya muzakereyan. Em dê bibînin.”

Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn da ku di birêvebiriya Îranê de “çend kes hene ku venagerin” û bi vî awayî nîşaneyên guherîna rejîmê da.

Trump çend saetan beriya êrişê di daxuyaniyekê de gotibû, “Êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê nêzîk xuya nake lê îhtimala pêkhatina wê bilind e.”

Êrişên Îsraîlê yên li Îranê

Artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî hat kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan dest bi êrişeke li dijî Îranê kiriye û rewşa awarte ragihandiye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi operasyoneke bi navê “Şêrê ku bilind dibe” êrişî navendên bernameya dewlemendkirina nukleer a Îranê kiriye.

Netanyahu da zanîn ku armanca wan tesîsa sereke ya dewlemendkirinê ya li Natanzê ye û ragihand, “Heta ku metirsî were rakirin êriş dê berdewam bikin.”

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan dest bi “êrişeke pêşwext, birêkûpêk û hevaheng” li dijî bernameya nukleerî ya Îranê kiriye.

Hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.

Berpirs û fermandarên Îranê yên ku di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin:

"Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî, Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî."

Her wiha piştre hat ragihandin ku Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî jî hatiye kuştin. 

 

Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x