Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog li ser operasyona leşkerî ya welatê xwe ya li dijî Îranê daxuyaniyek da û ragihand ku ew hêvî dikin ev gavên wan dê alîkariya aştî û aramiya herêmê bikin.
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku operasyona Hêzên Parastina Îsraîlê ya li dijî serkirdayetî û saziyên leşkerî-nukleerî yên Supaya Pasdaran a Îranê bi armanca ji holêrakirina gefên li dijî gelê Îsraîlê hatiye kirin.
Isaac Herzog îdia kir ku rejîma Îranê salên dawî bûye navenda toreke terorê ya global û bi rêya hêzên nûner herêm radîkal kiriye û bêîstiqrar hiştiye.
Herzog destnîşan kir ku Îran ji bo bipêşxistina kapasîteya xwe ya nukleerî ya leşkerî û berfirekirina qada mûşekên balîstîk di hewldaneke “bêrawestan” de ye.
Herzog di parvekirina xwe de her wiha anî ziman:
“Şeva borî, operasyoneke bi armanc a hat kirin ku ji bo jiholêrakirina gefeke acîl û hebûnî ya li dijî gelê Îsraîlê ye.
Civaka navneteweyî di salên dawî de dîtiye ku rejîma Îranê çawa serê împaratoriyeke terorê ya global bûye, çawa herêm bi rêya nûnerên xwe radîkal kiriye û tevlihev kiriye.
Çawa di hewldaneke bêrawestan de ye ku hêza xwe ya nukleerî ya leşkerî zêde bike û qada xwe ya mûşekên balîstîk berfireh bike.
Rêberên Îranê, ji diyarkirina eşkere û dubare ya niyeta xwe ya ji bo tunekirina Dewleta Îsraîlê netirsiyane.
Rejîm demeke dirêj e ji bo vê armancê amadekarî kiriye. Mafê Îsraîlê yê parastina xwe misoger e û bicîhanîna vê, erkekî pîroz e.
Em vî erkî her tim bi biryardarî û zelal pêk tînin. Bi hemû dilsoziya xwe, em hêvî dikin ku ev gav bibe sedema ku herêma me di paşerojê de ber bi aştî û serfiraziyê ve biçe.”
Êrişa Îsrailê ya li Îranê
Artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî hat kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan dest bi êrişeke li dijî Îranê kiriye û rewşa awarte ragihandiye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi operasyoneke bi navê “Şêrê ku bilind dibe” êrişî navendên bernameya dewlemendkirina nukleer a Îranê kiriye.
Netanyahu da zanîn ku armanca wan tesîsa sereke ya dewlemendkirinê ya li Natanzê ye û ragihand, “Heta ku metirsî were rakirin êriş dê berdewam bikin.”
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan dest bi “êrişeke pêşwext, birêkûpêk û hevaheng” li dijî bernameya nukleerî ya Îranê kiriye.
Hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.
Berpirs û fermandarên Îranê yên ku di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin:
“Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî, Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî.”
Her wiha piştre hat ragihandin ku Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî jî hatiye kuştin.