Konfernsa Stockholmê ya Weqfa îsmaîl Beşîkcî

Doh ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) Konferansek li Stockholmê hate li dar xistin.

26.05.2025, Pts - 14:26 [ Güncellenme: 26.05.2025, Pts - 14:30 ]

Konfernsa Stockholmê ya Weqfa îsmaîl Beşîkcî
Nuçe Belav bike

Doh ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) Konferansek li Stockholmê hate li dar xistin. Bernameya Konferansê ji alîyê Zinar Soran ve hate birêvebirin.

Piştî aghadarî û kurtedanasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Konferans bi sê panel/ rûniştinan ve berdewam kir.

Panela Yekem, li ser mijara ”Tehcîra Kurdan ya Sala 1916an” bû ku ji alîyê nivîskar û lêkolîner Celal Temel ve hate pêşkêşkirin. Moderatorê vê panelê Mûrad Ciwan bû.

Panela duyem, li ser mijara ”Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkcî” bû ku ji alîyê nivîskar û birêvebirê WÎB Îbrahîm Gurbuz ve hate pêşkêşkiri, Moderatêrê vê panelê M. Alî Kut bû.

Panela sêyem, li ser mijara ”Çima Divê Kurd Neteweperwer bin” bû ku ji alîyê Soyolog Dr. Îsmaîl Beşîkcî ve hate pêşkêşkirin. Moderatorê vê panelê Salim Çelîker bû.

Konferans bi pirsên beşdaran û bersîva hersê panelîstan bi awakî serketî bi dawî hat.

ÇEND TÊBINÎ JI AXAFTINA SOSYOLOG ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ!

* Hêzên emperyal yên wê demê Brîtanya û Fransa û bi tevkarîya du hêzên mezin yên Rojhilata Navîn Osmanî/Komara Tirkîye û Şahînşahtîya Îranê, Kurdistan hate dabeşkirin, perçekirin û parvekirin.

* Ev operasyona li dijî Kurd û Kurdistanê, weke mirov laşê yekî perçe bike û mejîyê wî bitevizîne.

*Teva van tiştan, bêdewletbûna bi kêmanî 60 mîlyon kurdan, nîşanek vekîrî ya bêdadwerî û neheqîya civaka navneteweyî ya li hemberî kurdan e.

* Neteweperwerîya ereb, faris û tirkan neteweperestîyek êrîşker û dagirker e. Heta ji bo wan ji neteweperwerîyê bêtir, divê mirov behsa nijadperestîyê bike.

* Lê armancek neteweperwerîya kurdan ya êrîşker, dagerkirina erdê kesekî, asîmlekirina kesekî tuneye.

* Ji bo kurdan helwesta herî şoreşgerî, li dijî siyaseta asîmlasyona bi zanebûn, axaftina bi kurdî ye, parastina zimanê kurdî ye û jiyana bi zimanê kurdî ye.

* Têkoşînek rizgarîxwazîya neteweyî ya bê ziman bê mane û bê wate ye.

* Demokratîkkirina Rojhilata Navîn û ”bûyina nimûneyek dinyê” xeyaleke xav e.

* Di şûna têkoşîna ji bo maf û azadîyên kurdan, xebata ji bo demokratîkkirina kolonyalîstên xwe, xeyalek tewşomewşo ye.

* Ji bo demokratîkkirina Tirkîyeyê, xebata çekdarî ne pêwîst e!

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x