Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed tevlî konferansa Yewnanistanê bû, ku bi navê 'Doza Kurdan û pêşhatên wê li Rojhilata Navîn' hat lidarxistin.
Îlham Ehmed di wê konferansê de ragehand, "Dibe ku Sûriye rûbirûyî krîzeke mezintir bibe; rayedarên Sûriyeyê bi awayekî yekalî biryaran didin û bi gel re hevahengiyê nakin û îradeya gel paşguh xistiye."
Herwesa ragehand, "Eger hikûmeta Sûriyeyê li ser awayê desthilatdariya navendî rijd be, welat dê rûbirûyî şerekî navxweyî yê mezin bibe." Herwesa got, "Divê sîstemeke demokratîk a berfireh hebe û hemî pêkhateyan bîne cem hev."
Pêştir Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera jî li roja Çarşemê (14ê Gulana 2025ê) ragehandibû, "Yekrêzî û qurbanîdana Sûriyeyîyan bandor li ser raya cîhanê kiriye.”
Ehmed Şara herwesa got, "Em dê nehêlin ku Sûriye parçe bibe û Sûriye êdî nabe meydanek ji bo parvekirina desthilatdariyê." Amamje jî da, "Em dê nehêlin ku vegotinên rejîma berê bên vejandin. Sûriye ji bo hemî Sûriyeyîyan e."