Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser, Şêxmûs Ehmed roja 26ê Gulanê ragihand, şandeyeke hikûmeta Şamê, şandeyeke Hevpeymaniya Navdewletî û nûnerên Rêveberiya Xweser li kampa Holê civiyan.
Ehmed da zanîn, di civînê de li ser mekanîzmayeke hevbeÅŸ ji bo birêxistinkirina pêvajoya derxistina malbatên Sûriyeyî û vegerandina wan bo herêmên wan lihevkirinek çêbûye, da ku zehmetî û barê li ser kampê kêm bibe.Â
Herwiha Ehmed teqez kir, Rêveberiya Xweser dê piştgiriyê bide kesên ku dixwazin vegerin herêmên xwe û destnîşan kir ku dosyaya mirovî di planên wan ên pêşîn de ye û ew vê mijarê dûrî mijarên siyasî û bi girîngiyeke mezin dinirxînin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser de ye ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê, û başkirina rewşa mirovî ya malbatên Sûriyeyî yên li kampa Holê, ku weke yek ji kampên herî metrisîdar ên cîhanê tê naskirin û malbatên çekdarên DAIŞ'ê jî di nav de ne.
Rêxistinên mafên mirovan demeke dirêj e balê dikişînin ser rewşa xirab a jiyanê û tundûtûjiya berbelav a li kampê, ku tê de nêzîkî 37 hezar kes hene, ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên DAIŞ'ê û alîgirên wan in. Her wiha li kampê welatiyên Iraqî û ji welatên din jî hene ku berê tevlî DAIŞ'ê bûbûn.
Derbarê welatiyên Sûriyeyî yên di kampê de, Rêveberiya Xweser berê jî mekanîzmayek ji bo vegerandina kesên ku dixwazin vegerin herêmên di bin kontrola wê de, dabû destpêkirin û navendên lihevanînê hatibûn vekirin. Lê belê, ev cara yekem e ku bi hikûmeta Şamê re rêkeftineke bi vî rengî ji bo vegerandina niştecihan bo herêmên di bin kontrola hikûmeta navendî de tê kirin.
Â