Wezîrê Fransî: Ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê derfeteke mezin li pêşiya me ye

Wezîrê Bazirganiyê yê Fransayê Laurent Saint-Martin ragihand ku Îraq ji bo bipêşveçûna xwe pêwîstî bi van cureyên gavan heye û derfeteke mezin li pêşiya wan e ji bo şandina kompanyayên Fransî yê li Îraqê.

27.05.2025, Sal - 10:17

Wezîrê Fransî: Ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê derfeteke mezin li pêşiya me ye
Nuçe Belav bike

Laurent Saint-Martin her wiha got, Fransa amade ye di warê enerjiyê de veberhênanê li Herêma Kurdistanê jî bike.

Li Parîsa paytexta Fransayê Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê tê lidarxistin.

Şandeyeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî beşdarî forumê bûye.

Wezîrê Bazirganiyê yê Fransayê Laurent Saint-Martin ji nûçegihana ajansa Rûdawê Ala Şaliyê re axivî û got:

"Foruma îro bazirganî ye, em li vir in ji bo ku behsa derfetên bazirganiyê bikin di navbera kompanyayên Îraqî û Fransî de, her wiha di navbera her du hikûmetan de jî."

Wezîrê Bazirganiyê yê Fransayê amaje pê kir jî, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di meha nîsanê de çû Bexdayê û niha jî şandeyeke Îraqî ku çend wezîr û cîgirê wezîran tê de ne li gel çend kompanyayên Îraqî li Fransayê ne.

Saint-Martin got jî: "Ez jî di meha tîrmehê de serdana Îraqê dikim.

Derfeteke mezin li pêşiya me ye ji bo ku kompanyayên Fransî ji bo derfeta bazirganiyê bibin Îraqê, her wiha ji bo ku bibînin ku çawa dikarin hevahengiyên zêdetir di navbera du welatan de bikin, ku bêguman pêwendiyeke dirêj û dîrokî heye, lê niha em dixwazin ji bo bazirganiyê veguherînin."

Li ser pirsa nûçegihan Rûdawê ku gelo Fransa amade ye di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê veberhênanêbike, Laurent Saint-Martin got, "Bêguman di warê av, enerjî, veguhastin û çend derfetên din de derfet pir in."

Laurent Saint-Martin: Ev rasterast ew tişt e ku Îraq ji bo bipêşketina xwe dixwaze. Foruma îro bazirganî ye, em li vir in ku behsa derfetên bazirganiyê bikin di navbera kompanyayên Îraqî û Fransî de, her wiha di navbera her du hikûmetan de jî. Jean-Noel Barrot, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di meha nîsanê de çû Bexdayê, niha jî ew şande li vir in ku çend wezîr û cîgirê wezîran tê de ne bi çend kompanyayên Îraqî re.

Ez jî di meha Tîrmehê de dê serdana Îraqê bikim. Derfeteke mezin li pêş me ye ji bo ku kompanyayên Fransî ji bo derfeta bazirganiyê bêne Îraqê, her wiha ji bo ku em bibînin ka çawa em dikarin hevahengiyeke zêdetir di navbera her du welatan de bikin, ku bêgûman pêwendiyeke dirêj û dîrokî di navbera wan de heye, lê niha em dixwazin ji bo bazirganiyê biguhêrin.

Rûdaw: Cenabê Wezîr, gelo Fransa amade ye ku di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê ya Îraqê de veberhênanê bike?

Laurent Saint-Martin: Bêgûman bêgûman, di warê av, enerjî, veguhastinê û çend derfetên din de derfet pir in.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:41:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x