Medyaya Tirkiyeyê: Enqere bingehên asmanî û deryayî li Sûriyeyê vedike

Dezgehên ragehandinê yên Tirkiyeyê amajeyê didin ku, Enqere plan dike ku çend bingehên serbazî li Sûriyeyê veke, ku armanca wê tunekirina terorê ye.

26.05.2025, Pts - 12:23

Medyaya Tirkiyeyê: Enqere bingehên asmanî û deryayî li Sûriyeyê vedike
Nuçe Belav bike

Rojnameya Türkiyeyê doh ji çend çavkaniyên dezgehên ewlehiyê yên wî welatî ragihand ku, Enqere plan dike ku li Sûriyeyê bingehên asmanî û deryayî veke. Ev jî di çarçoveya rûbirûbûna rêkxistina DAIŞê de ye. Ji bo vê armancê jî, berpirsên serbazî yên Tirkiyeyê li ser cihên ku ew bingehên xwe lê vedikin lêkolînan dikin.

Herwesa hin raport, ku di medyaya Tirkiyeyê de hatine parvekirin, amajeyê didin ku Enqere alîkariya rayedarên Sûriyeyê dike, xasma jî di warê rêxistinkirina artêş û hêzên ewlehiyê de.

Rojnameya Türkiyeyê herwesa got ku, biryar e civîneke pêncalî di navbera Tirkiye û çar welatên din de bê lidarxistin, ku dê girêdayî li ser mekanîzmên hevahengiya rûbirûbûna DAIŞê li Sûriyeyê be.

Ew raport tekez dikin ku, hebûna serbazî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo wê yekê ye ku bi giranî bala xwe bide ser bakurê Sûriyê.

Vî nûçeyê tevayî: 166 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:14:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x