Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo parastina zevî û milkên dêr û Xirîstiyanan ducare kir û eşkere kir ku Xirîstiyan pêkhateya resen a Kurdistanê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Birêvebiriya Waqfên Dêran bû gotarek pêşkêş kir.
Di vê merasîmê de ku hejmarek ji kesayetiyên Xirîstiyan û Misilman, kesayetiyên akademîk û mêvanên navxweyî yên Îraq û Herêma Kurdistanê û yên ji derve amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de got, Piştgiriya temamî ya xwe ji bo derxistina yasayeke taybet a weqfên Xirîstiyan ducare dikim, bi awayekî ku bi giyanê destûra Îraqê re li hev bike û van milkan (Zevî û milkên dêr û Xirîstiyanan) ji her destdirêjî û dagirkirinê biparêze."
Serokê Herêma Kurdistanê got,"Em dê li ser parastina pêkhateyên Herêma Kurdistanê berdewam bin û Xirîstiyan pêkhateya resen a Herêma Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê welatê hemû pêkhateyan e.”
Gotara Nêçîrvan Barzanî wisa ye:
Ez kêfxweş im ku em hemû li vir pêkve ne ji bo beşdariya di merasîma vekirina Kongreyа Salane ya Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê de li ser birêvebirina ewqaf û darayiyên dêrê kom bûne. Beşdarî û amadebûna min a îro li vir bi we re, ragihandina pabendiya me ya ji bo piştgiriya hemû pêkhateyan li Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî jî hevwelatiyan û Xirîstiyanên me yên ku beşeke resen û sereke ne ji pêkhatoya civak û dîroka hevbeş a me li Kurdistanê.
Amadeyên hêja,
Kurdistan welatê me hemûyan e. Bê cudahî, em hemû di bin asîmanê wê û li ser axa wê de, kom dibin. Mafê wê li ser me hemûyan heye û mafê me hemûyan tê de heye.
Pêwîste em parastinê û berevaniyê lê bikin. Ev ax bi komkirina hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî, bi hev qebûlkirin û bi pêkvejiyana aştiyane ya hezaran salan di navbera hemû pêkhateyan de, tê naskirin.
Em hemû bi hev re di avakirin û di parastin û di pêşxistina vê beşê de, di erk û berpirsiyariyan de, bi hev re beşdar in.
Parastina pêkhateyan û berevanîkirin ji mafên wan, tenê çend diruşm nînin ku em bilind bikin, belku têgeh û bingeheke çespandî ya baweriya me ye ku divê em bi hev re bijîn.
Em her ji destpêka damezrandina parlemanto û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, rijdî li beşdarî û nûnerayetîkirina pêkhateyan di qada siyasî û kargêrî de kiriye.
Kurdistanê bi dirêjahiya salan û serdeman, ev yek selmand, her evê jî hêz da Kurdistanê.
Firehî û hebûna pêkhateyên ayînî û neteweyî, bûye çavkaniya hêz û dewlemendî û seqamgîriyê bo Kurdistanê. Lewma em bo her demê dilsoz û wefadar ji vê kultûra resen re, dimênin.
Gava ku piştî sala 2003yan mixabin tundûtîjî çendîn navçeyên cuda yên li Îraqê girtin, her wiha ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrişî navçeya Şingalê û Mûsilê û deşta Nînowayê kir pêkhateya Xirîstiyan jî wekî Êzidiyan û hemû pêkhateyên din, bi rewşeke gelekî zehmet û bi zor azar re derbas bûn.
Di wan demên hestiyar de, Herêma Kurdistanê, bi serkirdayetê û xelkê xwe ve, wekî erk û berpirsiyarî, selmand ku penageheke aram in ji bo hemû wan kesên ku li pey azadî û keramet û mirovayetiya digerîn.
Bo hemû wan kesên ku li ser bîr û bawer, li ser ayîn û netewe, rûbirûyî metirsiyê bûne, Kurdistan bû mal û niştimanê duyemîn. Bû cihêk ji bo umêd û berdewamiyê. Lewma em îro jî, bi hev re radiwestin û bi hev re kar dikin bo avakirina paşerojekê ku rêz li pirrengiyê digire û mafê hemû aliyan diparêze.
Amadeyên hêja..
Babeta birêvebirina ewqaf û darayiyên dêrê ku di vê konferansê de gotûbêj li ser tê kirin, girîngiyekê wê ya zêde heye. Ewqafên Xirîstiyan tenê milk nînin, belkî beşek in ji mîrateyeke girîng û bi nirx û dewlemend a şaristanî û kultûrî û ruhî ya vê herêmê. Her wiha gerentiyek in ji bo berdewambûna Xirîstiyanan û rola zindî ya wan di civaka Kurdistanî û Îraqê de.
Bi vê dîtinê ve, em piştgiriya temamî ya xwe ji bo bilezkirin û pêkanîna derxistina yasayeke taybet a ewqafên Xirîstiyan dubare dikin, bi awayekî ku bi ruhê destûra Îraqê re bigunce û van milkan ji her destpêkarî û destdirêjiyekê biparêze.
Ev yasa peyameke zelal dibe ku milkê Xirîstiyanên li Kurdistan û Îraqê parastî ye û beşdariya niştmanî ya wan bi îradeyeke siyasî ya selmandî û garantiya yasayî û destûrî parastî ye.
Em bi parastina vê mîratê, çi zevî be çi milk û saman, dilgiraniya derbarê paşeroja wan didin û peyama dilgiraniyê bo Xirîstiyanan dişînin ku mîrata bav û bapîrên wan, li vî welatî parastî ye.
Dibe piştgirî ji bo berdewamiya hebûna Xirîstiyanan, ev jî di rêya parastina weqfen ve ku ji bo dabînkirina xerc û çalakiyên dêrê û jiyana karmendan û alîkariya hejar û neçaran terxan kirine.
Her wiha dibe çespandina mafên birêveberên weqfan û desthilatên wan, da ku bikaribin weqfan bi pêş bixin û geş bikin, mafê milkdarî û birêvebirina weqfan jî, dide dêrê.
Hemû ev tişt girîng in, ji ber ku piştî sedeyek ji guherîna siyasî û çewisandinê û êş û zahmetan, mayîna Xirîstiyanan a li welat û li ser zeviyên xwe, bi pêşkêşkirina dilgiraniya rastîn û bi diyarbûna ku paşeroja wan aram e, girêdayî ye.
Her ji vir ve gelekî pêwîst û girîng dizanim behsê li ser yasaya bara kesayetî ya Xirîstiyanan ku mijara kongreya par û salan bû bikim. Divê gelekî bi ciddî li ser vê mijarê rawestin, ji ber ku mijareke gelekî girîng û hestiyar e. Spasiya hewl û renc û westiyabûna we li ser vê mijarê dikim. Daxwaz ji alîkarên hêja yên olî û hêja yên serokên dêrên li Kurdistan û li Îraqê dikim, bi giyanekî yekgirtî, berdewam bin ji bo temamkirina nivîsandina vê yasaya girîng ku pêdiviyeke mezin e ji bo Xirîstiyanên Îraqê ku rêzê li taybetmendiyên Xirîstiyanan digire û mafên wan bi temamî diparêze.
Dixwazim dubare li vê yekê balkêş bikim ku Xirîstiyan û pêkhateyên din, ji her ol û neteweyekî bin, li Kurdistan mêvan nînin lê xwedî û hevbeş û beşeke sereke û resen ê vî erdî û vî niştmanî ne.
Hemûyan dilniya dikim ku Kurdistan ku bi dirêjahiya dîrokê hemûyan li xwe girtiye, ji bo her dem wekî welat û niştmana pirrengî û lêborînê û azadiyê dimîne.
Parastina pirrengî û mafan tenê bi niyeta baş nayê,lê bi çarçoveya yasayî ya zelal û bi saziya kargêr û hevkariya nêz û pêkve ya hemû pêkhateyên civakê, pêk tê.
Hêvîdar im ku encamên vê kongreyê alîkariya pêkanîna van armancên bilind bidin û hevkar bin ji bo baştirkirina rewşa Xirîstiyanan ji hemû aliyan ve.
Spas û pêzanîn û destxweşî pêşkêşî Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê û serokayetiya zanîngehê, Cenabê Metran Beşar Mattî Werdê û hemû wan hêjayan dikim ku beşdariya wan di rêxistina vê kongreyê de kiriye.
Bi hev re, em hemû bi hev re berdewam dibin di pêşbirina Kurdistana lêborînê û pêkvejiyana aştiyane û beşdarî di çêkirina Îraqeke dadperwer û pirreng de ku tê de jiyan û şiko û mafê hemû pêkhateyan li her cihekî vî welatî, parastî be.
Gelekî spas, hêviya êvareke xweş ji bo hemû we dixwazim.”