Putin Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan qebûl kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, li Moskowê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan qebûl kir.

27.05.2025, Sal - 10:15

Putin Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan qebûl kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov eşkere kiribû ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtinê bike.

Peskov, di daxuyaniya xwe ya ji rojnamegeran re de wiha gotibû: " Di nav rojê de li Kremlinê çend civînên xebatê yên girtî têne plankirin.

Di heman demê de Serok dê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî qebûl bike ku îro li Moskowê ye."

Piştî vê daxuyaniyê di saetên êvarî de Serokê Rûsyayê Putin, Wezîrê Karên Derve Fîdan qebûl kir û pê re civiya.

Di hevdîtina Putin-Fîdan de mijara sereke Ukrayna bû.

Peskov ragihand ku Fîdan dê her wiha bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re jî hevdîtinan bike û pêwendiyên dualî binirxîne.

Peskov got, "Helbet guherîna raman li ser mijara Ukraynayê dê bibe tiştekî pêwîst."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di saetên sibehê de bi şêwirmendê Putin, Vladimir Medinsky re civiyabû.

Li gorî çavkaniyan, Fîdan di hevdîtinên xwe de pabendiya Tirkiyeyê ya ji bo aştiyeke adil û mayînde di şerê Rûsya-Ukraynayê de tekezî kir.

Hakan Fîdan diyar kir ku Tirkiye wekî berê amade ye ku roleke asankariyê bilîze û rewşa hevkariyê ya di pêwendiyên dualî de di warên bazirganî, enerjî û geştûguzariyê de nirxand.

 

Vî nûçeyê tevayî: 122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x