Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket

Li herêma Çiyayê Kato yê navçeya Bêşebabê ya Şirnexê di navbera endamên PKKê û leşkerên tirk de şer derket û di encamê de jî polêsekî tirk jiyana xwe ji dest da, du polêsên tîmên taybet jî birîndar bûn.

25.05.2017, Per - 06:25

Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
Nuçe Belav bike

Do êvarê di navbera endamên PKKê û leşkerên tirk ên ku li herêma Çiyayê Koto yê navçeya Bêşebabê ya Şirnexê operasyona dabûn destpêkirin de şer derket. Hate diyarkirin ku di encama şer de 3 polêsên tîmên taybet birîndar bûne. Polêsên birîndar bi helîkopteran rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lê polesekî birîndar tevî mudexaleyan nehat xilaskirin jiyana xwe ji dest daye.

Hate eşkerekirin ku şerê di navbera PKKê û leşkerên tirk li herêmê hêj jî dewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1883 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:28:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x