Koma Krîza Navdewletî (International Crisis Group - ICG) banga xwe dûrkirina YPG û PYDê ji PKKê kir û got, dibe ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bibin qurbanî.
Di rapora ICGê de hat destnîşankirin, divê PKK, ji PYD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dûr bikeve û pêwîst e Rojava jî li dijî Tirkiyê tevnegere.
ICGê di rapora xwe ya 4ê Gulanê de, pêşniyar li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku li Rojava tenê ji bo bihêzkirina îradeya kurdan û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bixebite.
Koma Krîzê herwiha diyar kir, di ketina PKKê ya Rojava de rola Îranê heye û got, Îran û PKKê di wê serdemê de li hev kirine.
"Li gor rêkeftinê, di meha Tîrmeha 2012an de hikûmeta Sûriyê, ji bakurê Sûriyê vekişiya. Bi vê rêkeftinê rê li ber PKKê hate vekirin û ji Qendîlê ber bi Rojava gerîla hatin bicihkirin."
Di raporê de hat diyarkirin ku PKK bi vê pêngavê ji aliyê stratejîk ve bihêz bûye, lê di heman demê de rûbirûyî Artêşa Tirkiyê bûye û ji ber vê jî xisar dîtiye.
ICG di rapora xwe de dide xuyakirin, divê PKK ji PYD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dûr bikeve û pêwîst e Rojava jî li dijî Tirkiyê tevnegere.
Herwiha tê gotin, serkeftinên leşkerî yên YPGê bûne sedema rûbirûbûna pirsgirêkên jeopolîtîk û demografîk ku ji bo pêşketin û demdirêjiya Rêveberiya Serbixwe ya Rojava, divê piştgiriya hêzên mezin hebe.
IGC PYD û YPGê agahdar dike ku dibe di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bibin qurbanî û ji bo berdewama piştgiriya Amerîkayê jî divê PKK ji Şingalê derkeve.
Herwiha di raporê de ji Herêma Kurdistanê jî tê xwestin ku sînorên Herêma Kurdistanê û Rojava veke.