Amerîkayê ji bo li Ukraynayê agirbesta acîl bangî Rûsyayê kir

Lloyd Austînê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji serê şerê Rûsya-Ukraynayê vir va cara ewil bi hemtayê xwe yê Ûris Sergey Şoygu ra hevdîtin kir û banga \"Li Ukraynayê agirbesta acîl\" kir.

14.05.2022, Cts - 07:30

Amerîkayê ji bo li Ukraynayê agirbesta acîl bangî Rûsyayê kir
Nuçe Belav bike

John Kîrbyê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku Austîn ji 18ê sibatê vir va cara ewil bi hemtayê xwe yê Ûris Şoygu ra hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku \"Wezîr Lloyd Austîn ji 18ê sibatê vir va bi Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê yû Rûsyayê ra cara ewil di 13ê gulanê da hevdîtin kir. Wezîr Austîn bangî Rûsyayê kir ku li Ukraynayê demildest agirbest bê pêkanîn û bal kişand li ser girîngiya vekirî hiştina qenalên têkiliyê.\"

Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê di 24ê sibatê dest pê kiribû, di şerê ku ji wê demê vir va dewam dike da amerîkayê û welatiyên Ewropayê dijî Moskovayê gelek biryarên mueyîdeyê hildabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:23:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x