Tê îdiakirin ku balafira bi navê Tupolev Tu-154 piştî ku ji bajarê Soçiyê bi hewa ket winda bû û agahî jê nayê girtin.
12:45
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku di encama qezeyê de ti kes sax nefilîti.
12:20
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku di balafira Tu-154an de 93 kes hebûn. Wezaretê endamek din yê Koroya Artêşa Sor li lîsteya rêwiyan zêde kir.
09:00
Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê derbarê balafirê de hin agahî da Spûtnîkê û diyar kir ku 91 kes di balafirê de bûn ku 8 ji wan muretebat in. Hat ragihandin ku balafira ku ji bajarê Soçiyê bi hewayê ket, li çiyayên li başûrê herêma Krasnador ketiye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di balafirê de, rojnamevan, rayedarên leşkerî û muzîkjenên Koroya Artêşa Sor hebûn. Li gorî agahiyên hatine bidestketin, balafir dîçû Beregeha Hmeymîm ya Sûriyeyê. Balafir li gorî saeta herêmî saet 05:20an de bi hewayê ket û dora saet 05:40an de agahî jê qut bu.