Bogdanov: Destpêka Nîsanê Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsya li Moskowê dicivin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov ragihand, dibe ku di destpêka Nîsana bihê de li Moskowê civîna cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê dest pê bike.

28.03.2023, Sal - 07:47

Bogdanov: Destpêka Nîsanê Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsya li Moskowê dicivin
Nuçe Belav bike

Şandiyê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov roja Duşemê 27ê Adarê di daxuyaniyekê de bo ajansa Rûsî ya Sputnikê diyar kir, ew civîn dê ji bo amadekariyên lidarxistina civîneke wezîrên derve yên wan 4 dewletan be.

Bogdanov di bersiva pirsekê de derbarê îhtimala lidarxistina şêwirên çaralî li ser asta cîgirên wezîrên derve wiha got: “Ez wisa difikirim ku di destpêka meha Nîsanê de li Moskowê ev şêwir dê ji bo amadekirina civîna wezîran be.”

Bogdanov her wiha di daxuyaniyeke din de bo ajansa TASS a Rûsî ragihand, tevî ku niha dema bêhnvedanê û Remezan e, lê dîsan jî karên asayîkirina peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê û hewldanên ji bo lidarxistina civîna navbera serkirdayetiya her du welatan berdewam in û hêvî kir, ku navbeynkariya Rûsyayê bigihe armanca xwe û têkiliyên Enqere û Şamê bên asayîkirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêşwazî li asayîkirina peywendiyên Siûdiyê û Sûriyê û vekirina balyozxaneyên her du welatan jî kir û got, “Ev gaveke baş e ji aliyê herdu aliyan ve. pêşwazî li normalkirina peywendiyên di navbera Sûriye, Erebistana Siûdî û welatên din ên erebî de dikin.”

Li ser pirseke derbarê beşdarbûna Moskowê di vê proseyê de, Mikhail Bogdanov ji Ajansa Novosti re jî got, “Em her tim bi hemû aliyên pêwendîdar re wek dost û şirîk kar dikin û em daxwaza asayîkirina peywendiyan di navbera hin ji wan welatan de dikin.”

Her du serokomarên Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn berî du rojan di pêwendiyeke telefonî de li ser asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê gotûbêj kirin û tekezî li ser berdewamiya normalîzebûnê kirin û rola Rûsyayê di navbeynkariyê de bilind nirxandin, weke ku “Kremlinê” ragihandiye.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî di hevpeyvîneke televizyonî ya roja 25ê Adarê de ragihandibû, ku civîna li ser asta cîgirên wezîrên derve yên her çar aliyan, bi beşdariya Îranê, dê were lidarxistin û agahiyên zêdetir derbarê pêşveçûnên têkildarî wê mijarê de dê di demek nêzîk de xuya bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:23:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x