Civînên Asatanyê careke din destpê dikin

Wezîrê Derve yê Kazexistanê ragehand ku, gereke nû ji civînên Astanayê derbarê kirîza Sûriyê di 13e û 14ê vê mehê de destpêdike.

06.03.2017, Pts - 17:43

Civînên Asatanyê careke din destpê dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Kazexistanê ragehand ku, gereke nû ji civînên Astanayê derbarê kirîza Sûriyê di 13e û 14ê vê mehê de destpêdike.

Derbarê vê yekê Wezîrê Derve yê Kazexistanê Xîrat Ebdilrehmanov îro, di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku,biryare nûnerên Tirkiyê, Rûsyayê, Îran, herwiha şanda rejîma Sûriyê û grûbên çekdar ên opozîsyona wê derbarê kirîza wî welatî de careke din dest bi civînan bikin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Kazexistanê Xîrat Ebdilrehmanov da zanîn ku, dê roja 13ê û 14ê vê meha Adarê hemû aliyên ku, li ser agirbestê imzekirine li Asatanayê bicivin.

Di dawî gera Astanayê de, aliyên beşdar derbarê pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê lihev kiribûn.

Tê zanîn ku, cara yekemîn a civînên Astanayê destpêkirî di 23 Çileya borî de bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:48:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x