Dîroka civîna Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye ya Moskowê diyar bû

Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê de dê 15-16ê Adarê li paytext Moskowê ya Rûsyayê bê kirin.

13.03.2023, Pts - 11:37

Dîroka civîna Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye ya Moskowê diyar bû
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, roja civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê de diyar bû. Civîn dê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.

Li ser navê Tirkiyê dê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, li ser navê Rûsyayê Nûnerê Taybet ê Welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mihail Bogdanov, li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û li ser navê Sûriyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan dê beşdarî civînê bibin.

Meha Kanûna 2022ê jî wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê li Moskowê civiyabûn. Serokê îstixbaratên her sê welatan jî wê demê beşdarî civînê bûbûn.

Tê pêşbînîkirin di demên pêş de wezîrên derve yên her çar welatan jî bicivin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:11:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x