Esad amade ye ku bi kurdan re jî diyalogê bike

Parlamenterê Dumayê Aleksandr Yuşenko ragihand ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad Amade ye ku bi kurdan re jî diyalogê bike ta ku nerîna wan a siyasî derbarê siberoja Sûriyeyê de werbigire.

08.02.2017, Çar - 15:32

Esad amade ye ku bi kurdan re jî diyalogê bike
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Dumayê Aleksandr Yuşenko beşdarî hevdîtinên ligel Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bû û derbarê wê hevdîtinê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya parlementerên bi Esadî re civiyane, Serokê Sûriyeyê teqez kiriye ku amade ye bi kurdan re diyalogê bike ta ku nerîna wan li ser rewşa welatî werbigire.

Yuşenko piştî civîna bi Esadî re ji rojnamevanan re wiha got: "Eger nerîneke taybet a kurdan ji bo pergala Sûriyeyê hebe. Serok Esad teqez kir ku birêveberî amade ye ku derbarê vê mijarê de diyalogê pêk bîne."

Ji aliyê din ve, Dmitry Sablîn diyar kir ku pirsa kurdî heta astekê aloz e û bal kişand ser hindê ku rola DYAyê jî di meseleyê de heye li gel ku divê ev mesele ya suriyan bi xwe be.

Sablîn derbarê mijarê de wiha got: "Gotûbêjkirina destûra Bingehîn, fersendeke nû ye ji bo gelê Sûriyeyê. Û rewşa bi kurdan re jî, berî her tiştî meseleya gelê Sûriyeyê ye."

Herwiha Sablîn got, Esad teqez dike ku pirsa kurdan, pirseke navxewyî ya Sûriyeyê û divê bi rêya diyaloga bi gelê Sûriyeyê re were çareserkirin, ne bi DYA yan hinekên din re.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x