Kommersant: Plana Rûsya ew e ku li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî kêm bike

Rojnameya Kommersantê di nûçeya xwe de îdîa kir ku Rûsya plan dike ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm bike. Li gorî rojnameyê ji bo ku artêşa Sûriyeyê piraniya axa welatê xwe xistiye kontrolê Rûsya vê planê dike.

30.10.2017, Pts - 09:19

Kommersant: Plana Rûsya ew e ku li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî kêm bike
Nuçe Belav bike

Rojnameyê di nûçeya xwe de got: "Artêşa Sûriyeyê piraniya axa welatê xwe xistiye bin kontrola xwe û êrişên grûbên tundrew kêm bûne, lewma pêwistî bi piştgiriya Rûsî nemaye." Lê Wezareta Parastin a Rûsyayê hê ev plan serast nekiriye.

Li gorî nûçeya Kommersantê ku dispêre çavkaniyên ewlehî, Rûsya wê qismek balafir, endezyar û karmendên teknîkî yên li Baregeha Hewayî ya Hmeymîma Sûriyeyê vekişîne.

Herwiha li gorî çavkaniyekî din jî biryara dawî ya Serfermandar û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e û hê Pûtîn di wî warî de ti biryarek nedaye û Wezareta Parastinê jî ev plan serast nekiriye.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x