Lavrov: Divê kurd tevlî hevdîtinên aştiyê bibin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku divê kurd jî beşdarî civînên aştiyê yên Sûriyeyê bibin.

22.02.2017, Çar - 14:09

Lavrov: Divê kurd tevlî hevdîtinên aştiyê bibin
Nuçe Belav bike

Lavrov li gel hevkarê xwe yê Ermenî Eduar Nalbandyan re hate ba hev û piştre jî civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xistin.

Lavrov di dema axaftina xwe de li ser hevdîtinên ku bo aştiya Sûriyeyê wê li Cenevreyê bên lidarxistin de axivî û got: ‘ Di tura din ya hevdîtinên aştiyê yê Sûriyeyê de divê li gel kurdan hemû nûnerên dijberan li civînan de bên temsîlkirin.'

Ji aliyê din ve Lavrov amaje kir ku wan lîsteya beşdarvanên civînê bi awayekî çêker amade kirine.

Lavrov amaje kir ku grubên ku wê di encama civînên ku li Qahîre, Moskow û Riyadê de bên hilbijartin, komên ku beşdarî civîna Astanayê bûbûn û komên dijber ên çekdar ên ku peymana agirbestê îmze kirine wê karibin beşdarî civînê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x