Lavrov: Ji bo Rûsyayê li Sûriyeyê yek planek çareseriyê heye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, destnîşan kir û got li Sûriyeyê planeke çareseriyê heye û ew jî ne li Washingtonê li Konseya Ewlehiyê a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê hatiye pejirandin.

19.04.2017, Çar - 11:00

Lavrov: Ji bo Rûsyayê li Sûriyeyê yek planek çareseriyê heye
Nuçe Belav bike

Lavrov Suhum a paytextê Abhazyayê li gel Serokdewletê Abhazyayê Raul Hacimba re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pirsa ‘gelo wan li gel Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Rex Tillerson ê ku hefteya borî serdana Moskowê kir re derbarê plana aştiyê a Sûriyeyê re şêwirî ne an na' hate kirin.

Lavrov bersiveke wiha da pirse: " Belê planeke aştiyê heye. Lê ev plan ne li Washingtonê a ku li Konseya Ewlehiyê a NYyê hatiye qebûlkirine ye. Ev biryara bi jimareya 2254ê bi temamî li ser rêgeza ‘qedera Sûriyeyê bi tenê di destê gelê Sûriyeyê de ye' hatiye hûnandin."

Lavrov destnîşan kir ku wan li gel Tillerson re derbarê mijara Sûriyeyê de bi awaykî hûr û kûr axivîne û li gorî Rûsya û DYAyê alternatîfa biryara bi jimareya 2254an jî tune ye.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:11:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x