Pûtîn: Herêmên ewle yên Sûriyeyê bila nebe sebeba perçebûnê

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de ragihand ku hevî dikim herêmên ewle ku li Sûriyeyê hatine avakirin di pêşerojê de nebin sebebe perçebûnê.

31.05.2017, Çar - 10:21

Pûtîn: Herêmên ewle yên Sûriyeyê bila nebe sebeba perçebûnê
Nuçe Belav bike

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe ya rojnameya Le Figaroya fransî de got: "Hevî dikim herêmên ewle ku li Sûriyeyê hatine avakirin di pêşerojê de nebin sebebê perçebûn, ji bo ku ev gelekî girîng e. Heke aştî pêk were hêvî dikim ev herêm û yen ku van herêman birêve dibin hevkariyê bi hikûmeta Sûriyeyê re bikin."

Serokê rûsî di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo herêmên ewle de got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya vê herême ewle dike."

Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di van mijaran de lihevkirina bi Amerîkayê re zahmet e. Lê di van demên dawî em guherînên baş dibînin û encam jî dide. Min bi serok Trump re hevdîtineke telefonî pêk anî û di wateya giştî de piştgiriya avakiirna herêmên ewle kir."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1623 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x