Rûsya: Em rêjîma Sûriyê û kurdan li hev tînin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştrast kir ku ew di navbera hikûmeta Sûriyê û kurdên Sûriyê de navbeynkariyê dikin.

10.02.2017, Cum - 10:28

Rûsya: Em rêjîma Sûriyê û kurdan li hev tînin
Nuçe Belav bike

Lavrov ji bo rojnameya Izvestiyayê axivî û got, Rûsya ji bo ku Sûriye perçe nebe hewl dide ku di navbera hikûmeta Sûriyê û kurdên Sûriyê de nêrîneke hevpar pêk bîne.

Lavrov destnîşan kir ku rayedarên hikûmeta Sûriyê û nûnerên kurdên Sûriyê di Hezîran û Berfanbara 2016an de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 caran hevdîtin kirine û got, ev hevdîtina hinek caran rasterast, hin caran jî bi rêya navbeynkaran pêk hatine.

Lavrov piştrast kir ku hikûmeta Sûriyê bi berpirsên YPGê re jî hevdîtin kiriye. Sergey Lavrov her wiha diyar kir ku potansiyela rêveberiya Şamê û kurdan heye ku li hev bikin.

Wezîrê Rûsî da zanîn ku gelek qadên hevpar ên her du aliyan hene û got, hevdîtinên di navbera wan de jî bi aliyekî erênî de pêş dikeve.

Lê Lavrov neda zanîn ka di hevdîtinan de behsa sîstema federalî li Sûriyê hatiye kirin yan na.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x