Qeymeqamê Şingalê: PKK ji herêma Şingalê vekişiya

Hat ragihandin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji herêma Şingalê vekişiya. Xelîl di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku duhî endamên PKKê bi fermî ji herêmê vekişiyan.

02.04.2018, Pts - 09:27

Qeymeqamê Şingalê: PKK ji herêma Şingalê vekişiya
Nuçe Belav bike

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji bo vekişandina endamên PKKê ji Şingalê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "PKK duhî li ser daxwaza me û gelê Şingalê bi awayekî fermî ji herêmê vekişiya. Bi çek û wesayîtên xwe bi aliyê Sûriyeyê ve çûn. Hejmara endamên PKKê ku vekişiyane ez nizanim, lê hem hikûmeta Kurdistanê û ya Bexdayê û hem jî gelê Şingalê daxwaza vekişandina wan dikirin. Ji bo derketin û vekişandinê spasiya wan dikin. Şingal û Kurdistan parastin. Vekişandina wan ji herêmê biryareke di cih de bû. Ji bo çi vekişiyan nizanim, lê bersivadayîna wan a daxwaza gel pir girîng bû û dê aramiya herêmê baştir bike."

Mehma Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên YBŞê ji şingaliyan pêk tê. YBŞ bi hikûmeta Iraqê re di nava têkiliyan de ye û ev 4 sal in piştgiriya wan dike. Li gund û navenda Şingalê Heşda Şeibî, artêşa Iraqê, polîsên herêmî û hêzên YBŞê hene, lê xelkê Şingalê daxwaza derketina milîsên Heşda Şeibî jî dike. Em bawer in ku artêşa Iraqê sînor û hêzên herêmî jî navendê biparêzin. Li herêma ziyaretgeha Şerfedînê hêzên Pêşmerge jî hene. Di nava hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de gengeşiyek derket, lê mesele çareser bû."

Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin Tirkiye mudaxeleya herêmê bike. Şingal herêmeke biewle ye û dê tu fêdeya mudaxeleyê çênebe."
Rêxistina terorîst a DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de bi çekên giran êrişî herêma Şingalê kiribû û li gelek gund û bajarok bi dest xistibûn. Hêzên Pêşmerge jî di Mijdara 2015an de Şingal ji destê rêxistina terorîst rizgar kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3789 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:20:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x