Berpirsê grûpeke nêzîkî Îranê li Sûriyeyê hat kuştin

Medyaya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku berpirsekî grûpa çekdar a Lîwaya Fatimiyûnê ku nêzîkî Îranê ye li Sûriyeyê hatiye kuştin.

05.02.2024, Pts - 13:12

Berpirsê grûpeke nêzîkî Îranê li Sûriyeyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya Supaya Pasdaran a Îranê, “yek ji çekdarên baş ên Lîwaya Fatimiyûnê Seyîd Hemze Elewî" 3yê Sibatê li Derezorê hat kuştin.

Lîwaya Fatimiyûnê grûpeke Şîe ya nêzîkî Îranê ye, li Sûriyeyê di berjwendiya Hikûmeta Sûriyeyê de dixebite.

Ew berprisê wê grûpê yê ku hatiye kuştin kesekî naskirî ye û salên 80yî li Îranê bûye û li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê şer kiriye.

Li gorî ajansa Tesnîmê ku medyaya fermî ya Supaya Pasdaran a Îranê ye, cenazeyê Seyîd Hemze Elewî dê li bajarê Meşheda Îranê bi merasîmekê were veşartin.

Tê zanîn ku Seyîd Hemze Elewî bi eslê xwe Şîeyê Efxanistanê ye û di êrişa Amerîkayê ya şeva înê ya li Derezorê û Meyadînê de tevî 18 kesan hatiye kuştin.

Kesekî nêzîkî Qasim Suleymanî ye

Li aliyê din hat îdiakirin ku fermandarekî Lîwaya Fatimiyûnê Elî Huseynî jî li Dêrezorê hatiye kuştin.

Tê zanîn ku Huseynî fermandarê Lîwaya Fatimiyûn a ku ciwanên Efxanî di nav de cih digirin û wî berî Dêrezorê li Helebê ji bo rêjîma Şamê şer dikir.

Elî Huseyniyê ku niha yek ji serkirdeyên Supaya Pasdaran a Îranê ya li Sûriyeyê ye, wek kesekî pir nêzîkî fermandarê Hêza Qudsê Qasim Suleymanî dihat naskirin ku sala 2020ê ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin.

Wêneyên Qasim Suleymanî yê ku di nav çekdarên Lîwaya Fatimiyûn de ye piştî îdiaya kuştina Elî Huseynî li ser torên civakî hatin belavkirin.

Îdiayên kuştina Elî Huseynî heta niha ji aliyê çavkaniyên Îran û herêmê ve nehatine piştrastkirin.

Di bombebarana şeva 3yê Sibatê ya Amerîkayê ya li Dêrezorê de ku li dijî grûpên nêzîkî Îranê pêk hat, 23 çekdar û Seyîd Hemze Elewî yê bi eslê xwe Efxan hatin kuştin.

2000 çekdarên Lîwaya Fatimiyûnê hatin kuştin

Bi komkirina Îranê ya penaberên Efxan ji seranserî Îranê bi taybetî ji Tehran û Meşhedê, hejmara endamên Lîwaya Fatimiyûnê gihîşt 20 hezarî.

Her wiha tê îdiakirin ku Îranê bi rêya ajansên geştyariyê yên li Kabûl û Heratê, bi rêya Huseyniye û hin saziyên din ji Efxanistanê çekdar şandine Sûriyeyê.

Hat diyarkirin ku Lîwaya Fatimiyûn a ku li eniyên herî dijwar ên wekî Heleb û Derayê şer kir, heta niha zêdetirî 2 hezar kesî ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x