Dera: Waliyekî DAIŞê hat kuştin

Li bajarê Newayê yê bakurê parêzgeha Derayê ya Sûriyeyê waliyê DAIŞê yê Horanê ji aliyê çekdarên xwecihî ve hat kuştin.

29.01.2024, Pts - 05:42

Dera: Waliyekî DAIŞê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Malperên xwecihî Tecemuh Ehrar Horan û Dera 24ê ragihand ku li bajarê Newayê yê bakurê parêzgeha Derayê danê sibehê waliyê DAIŞê yê Horanê Usame Şihade El-Ezîzî hat kuştin.

Hat ragihandin ew piştî ku ji aliyê çekdarên xwecihî ve di nav malekê de tevî 6 çekdarên din hat dorpêçkirin, şer di navbera her du aliyan de derket.

Usame Şihade El-Ezîzî ji bajarokê Şecereyê yê rojavayê Derayê ye û sala 2018an emîrê DAIŞê bû li parêzgeha Derayê.

30ê Çiriya Paşîna 2022yan jî, Pentagonê ragihandibû, Xelîfeyê DAIŞê Ebû Hesen el-Haşimî el-Qurêşî ku bi esil xelkê Îraqê ye ji aliyê çekdarên xwecihî ve li Derayê hatibû kuştin, di heman demê de DAIŞê jî ew yek piştrast kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:36:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x