Di êrişeke DAIŞê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Li çola bajarê Tedmurê yê Sûriyeye, di êrişeke çekdarên DAIŞê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

09.01.2024, Sal - 18:33

Di êrişeke DAIŞê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên DAÎŞê îro li çola bajarê Tedmûrê êrişî otobuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin û 19 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneya bajarê Tedmûrê.

Herwiha çekdarên DAÎŞê 7ê Kanûna Paşîna 2024an jî li bajarê Meyadînê yê li rojavayê Dêrezorê êrişî pêgeheke artêşa Sûriyeyê kiribû.

Di wê êrişê de jî leşkerekî artêşa Sûriyeyê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x