Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, Yekîtî û xistina çekan di destê dewletê de erkek û ferzkirin e û tekez kir jî: “Sûriye parçebûnê qebûl nake.”
Kongreya Diyaloga Niştimanî îro li Şamê dest pê kir, Ehmed Şera gotarek di kongreyê de pêşkêş kir û tê de behsa rûxandina rêjîma Beşar Esed, avakirina welat, hilweşandina komên çekdar û mijarên din kir.
Ehmed Şera got: “Sûriye di bin desthilatdariya Partiya Beis û malbata Esed de, êş û azarên aborî û siyasî kişand û şoreş hat û Sûriye ji ziyanan rizgar kir, lê dijwarî û zehmetî hîn mezin in.”
Herwiha got: “Sûriyê îro bang li we dike ku li ser pêşeroja welat û miletê xwe li hev bikin û bişêwirin. Em li ber çavan digirin ku piştî hemû xerabî û wêraniyên ku hatine serê dewletê, em hîn di qonaxa avakirina dewletê de ne.”
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê tekezî li serê yekê kir: “Yekîtî û xistina çekan di destê dewletê de, erkek û ferzkirin e.”
Ehned Şera tekez kir jî: “Sûriye parçebûnê qebûl nake, ew yekparçe ye.” Herwiha got: “Aştiya sivîl, erkê hemû gelên welat e”
Bal kişand ser vê yekê, “Divê em sîstemên ku bi rewşa welat re ne lihevhatî ne, hawerde nekin û em civakên xwe ji bo pêkanîna xewnên siyasî, nekin qadên ceribandinê.”